Li bakûrê Kurdistanê 'YPS Jin' jî hate ava kirin
Li navçeya Hezexê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya bakûrê Kurdistanê Yekîneyên Parastina Sivîl ên Jinan (YPS Jin) hate ragihandinê.
Yekîneyên Parastina Sivîl a Jinan (YPS Jin) li navçeya Hezaxê bi daxuyaniyekê ragihandin ku:
"Li dijî qetlîaman ji bo em rêveberiyên xwe yên cewherî, hebûna xwe biparêzin, her weha ji bo parastina cewherî, ji bo bi hêztir xwe bi rêxistin bikin û li dijî hemû êrîşên fîzîkî û çandî xwe biparêzin em wekî jin di bin baneya yekiniyên YPS Jin de hebûna xwe îlan dikin."
Her wiha di daxuyaniyê de bang li hemû jinan hat kirin ku di bin baneyê YPS Jin de xwe bi rêxistin bikin.
Hêjayî gotinê ye ku li bajarên Sûr, Cizîr, Silopî û bajarê Şirnaxê berya niha ji bo parastina gel li hemberî êrişên dewleta Tirkiyê Yekîneyên Parastina Sivîl hatin ragihandin.
Xendan
