• Friday, 20 February 2026
logo

“Xaminêyî bi çavekî taybet li Kurdan dinêre!”

Gulan Media January 9, 2016 Nûçe
“Xaminêyî bi çavekî taybet li Kurdan dinêre!”
Nûnerê rêberê Îranê li eyaleta Sine ya Rojhilatê Kurdistanê seyîd Mihemed Husênî Şahrûdî diyar kir ku rêberê Îranê “bi çavekî taybet” li kurdan dinêre.

Li gorî medyaya Îranê, nûnerê Xaminêyî li Sine seyîd Mihemed Husênî Şahrûdî duh li bajarê Sine bi komek mela û zanayên ayînî yên Başûrê Kurdistanê re civiya.

Li gorî agahiyan, Şahrûdî di civînê de behsa pêwendiyên navbera Îran û Başûrê Kurdistanê kir û got, di tevahiya waran de pêwendiyên baş di navbera Kurdistana Iraqê û Îranê de hene. Ez hêvîdar im ev serdanên wiha bibin sedema bihêzbûna yekrêziya welatên îslamî û misilmanan.

Nûnerê Xaminêyî li Sine behsa helwesta rêberê Îranê Elî Xaminêyî li hember kurdan kir û got, rêberê mezin bi çavekî taybet li kurdan dinêre. Yekrêziya netewî û îslamî, gelê kurd bi miletê Îranê ve girêdaye.

Li gorî wî melayê şîe yê Îranê, Xwedê dê Qurbanê de gotiye ku “cihû yekemîn dijminê misilmanan in!” û tehdîda cihûyan ji aliyê pêxemberê îslamî Hz. Mihemed ve jî hatiye ragihandin!

Çend roj berê komek mela û zanayîn ayînî yên Başûrê Kurdistanê serdana Rojhilatê Kurdistanê kiribûn. Hatibû ku gotin ku ew, bêyî ku haya Hikûmeta Kurdistanê jê hebe, çûne.

Rudaw
Top