• Friday, 20 February 2026
logo

Îtalya 300 Pêşmergeyên Kurdistanê perwerde dike

Gulan Media January 9, 2016 Nûçe
Îtalya 300 Pêşmergeyên Kurdistanê perwerde dike

Malpera Panorama ya Îtalî, wêneyên perwerdeya leşkerî ya 300 Pêşmergeyên Kurdistanê belav kirine. Herwiha tê gotin ku armanca vê perwerdekirinê jî ew e ku Hêzên Pêşmerge di şerê dijî DAİŞê de bihêztir bibin.

Li gor agahiyên ber dest, ji xeynî Îtalya, Almanya, Brîtanya, Hingarya, Norweç, Finlanda û Hollanda jî Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê perwerde dikin. Herwiha ligel perwerdeya Pêşmergeyan alîkariya lojîstîk û çek û cebilxane jî tê kirin.

Piştî ku DAİŞê êrîşî navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêmê kirin, Îtalyayê bi gelek awayan alîkariya Hêzên Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir. Herwiha ligel alîkariyên leşkerî alîkariya mirovî jî kir.

K24
Top