Fermandarê giştiyê YPG: Em ji bo yekparçeyiya Sûriyê şer dikin
Fermandarê giştiyê Yekîneyên Parastina gel YPG Sîpan Hemo teqez kir ku YPG`ê ji bo parastina welatiyên Sûrî û parastina yekparçeyiya axa sûriyê şer dike. YPG`ê hêzeke cudaxwaz nîne.
Sîpan Hemo, fermandarê giştiyê YPG di hevpeyvînekê li gel rojnameya Sefîr a Libnanî re aşkira kir ku Yekîneyên Parastina Gel hêzeke cudaxwaz nîne û got: Ti projeyeke me yan niyeteke me ya parçebûna Sûriyê tune ye, berovajî wê emê ji bo parastina welatiyên Sûrî û parastina yekparçeyiya axa Sûriyê şer bikin.
Her weha der barê pêwendiyên YPG bi Emerîka re jî, Sîpan Hemû diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk HSD, hêzeke hevpeymaniya navdewletî ya bi serokatiya Waşintonê ya sereke ye . her weha HSD hêza herî aktîve li ser erdê û vê yekê hêşt ku pêwendiyên wan bi hevpeymaniya navdewletî re roj bi roj pêş bikevin.
Xendan
