• Friday, 20 February 2026
logo

Almanya hijmareke din pisporên leşkerî dişîne Kurdistanê

Gulan Media January 8, 2016 Nûçe
Almanya hijmareke din pisporên leşkerî dişîne Kurdistanê

Almanya hejmera pisporên leşkerî ku niha Pêşmerge perwerde dikin ji sedî 50î zêde dike.

Hikûmeta Almanya razemendiya xwe derbarê zêdekirina hejmara leşkerên xwe li Herêma Kurdistanê pesend kir.
Hikûmeta Almanya projeya zêdekirina hejmara leşkerên xwe yên ku hêza Pêşmerge perwerde dikin li Herêma Kurdistanê pesend kir, ku li gorî wê dê ji 100 leşkerî wê bibe 150 leşkerî.

Di Tebaxa 2014an a êrişa DIŞIê ya li ser Herêma Kurdistanê de, welatên Rojava û di nav wan de Almanya, çek û teqemenî bo hêza Pêşmerge dabîn kirin, Almanya 100 leşker bo perwedekirina hêza Pêşmerge şandibû Herêma Kurdistanê.

Hêzên Almayayê niha li 13 welatan di nav wan de Efxanistan, Kosova û Deryaya Spî erka çavdêriyê dikin.

Top