Onder: Tecrîta li ser Ocalan ragihandina şer e
Du girtiyên ku di Sekreteryaya Serokê PKKê Abdullah Ocalan de cih digirtin ji girtîgeha Îmraliyê bo girtîgeha Silîvriyê hatin şandin.
Ev mijar li parlamentoyê hat niqaşkirin. Endamê Şandeya Îmraliyê û Parlamenterê HDPê Sirri Sûreyya Onder got ku tecrîta li ser Ocalan, banga hikûmetê ya ji bo şer e.
Onder di daxuyaniya xwe ya li Parlamentoyê de diyar kir ku tecrîta li ser Ocalan tê wê wateyê ku li dijî “aştiya civakî” û “ dahatûya hevpar” xendekeke bi qasî Deryaya Marmarayê hatiye kolandin.
Onder wiha axifî: “Hewldana tecrîtê tê wateya banga şer a hikûmetê. Îro eger li ser birêz Ocalan tecrit were destpêkirin, rêxistina wî ji tenduristiya wî neyê agahdarkirin, gel rûbirûyê metirsiyê bibe, ev tê wateya banga şer. Pêşî malbat û parêzerên wî, paşê em, her kesê ku ew dixwazin wî bibîbin divê bi wî re hevdîtinê bikin. Ewqasî hêsane ev. Em nabêjin em ê vê wek sedema şer dibînin. Em qet vê nabêjin. Lê belê em dibêjin ev tê wateya banga şer ya hikûmetê. “
Sirri Sûreyya Onder bangî hikûmetê kir ku sozên xwe bi cih bîne û bi helwêsteke exlaqî tevbiger e.
Divê biçî hundir jibo nivîsandina şiroveyê
K24
