Amerîka: Şervan derbasî rojavayê Çemê Firatê bûne
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê û efserê Artêşa Amerîkayê Steven Warren derbarê derbasbûna şervanên kurd û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bo aliyê rojavayê Çemê Firatê de axivî û çûna wan bo aliyê rojavayê Firatê piştrast kir.
Steven Warren ku li Bexda ya paytexta Iraqê ji rojnamevanên li avahiya konfransên rojnamevanî ya Pentagonê re diaxivî, di bersiva pirseke Rûdawê de got, şervanên (HSD) bendava Teşrîn û gellek gund li rojavayê Çemê Firatê kontrol kirine.
Ew yek di demekê de ye ku Tirkiyê derbasbûna şervanan ber bi rojavayê Çemê Firat weke Xeta Sor a wî welatî li Sûriyê bi nav kiribû.
Steven Warren got: “Hêzên Sûriya Demokrat derbasî aliyê din yê çemê Firatê bûn û bendava Tişrîn kontrol kirin. Li rojavayê bendavê jî hêla bergiryê danîn, daku hawinên dujmin negihîjin wê deverê û ev yek jî hat çareserkirin”.
Warren da zanîn: “Wiha xuya dike ku ev çareserî di encama lihevkirina YPGê û hêzên erebî de çêbibe, ku di nava Hevpeymaniya Hêzên Sûriya Demokrat de li dijî DAIŞê kar dikin, daku egera her cure rûbirûbûnek ligel Tirkiyê nehêlin.”
Berdevkê hevpeymanan herwiha da xuyakirin, ew şervanên ku li rojavayê bendavê bicih bûne, şervanên ereb in û ser bi hêzên Surya demokratîk ve ne.
Tirkiye pêştir ji zarê berpirsên herî pilebilind yên di asta Serokomar û Serokwezîr de derbasbûna şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bo rexê rojavayê Çemê Firatê wek Xeta Sor destnîşan kiribû
Li gor agahiyan, çekdarên Lîwaya Şemis El-Şîmal ku komeke çekdarî ya diyar a erebî di nav refên HSDê de ye, niha rexê rojavayê bendavê kontrol kirine. Ew yek dide xuyakirin, ku hevgirtineke Kurdî û Erebî di nav HSDê de heye.
Ligel wan pêşhatan, pispor li Washingtonê derbarê kontrolkirina wan deveran de ku pirranî kurd nînin, hişyariyê didin kurdan.
Pispora karûbarn Kurd Denise Natali ku li ser pirsgirêka kurd gellek nivîs û pirtûk nivîsandine, derbarê arîşeyên derbasbûna şervanên kurd bo aliyê rojavayê Çemê Firatê wiha dibêje:
“Pirsyar ev e ku gelo Kurd dê derbasî aliyê din ê Çem bibin û têde bimînin yan jî dê paqij bikin ûpiştre bidin destê rûniştvanên wê yên erebên sunnî. Gerek em bizanin ew yek dê çawan be. Di demekê de ku Kurd %10 heya %12ê rûniştvanên Sûriyê ye, erebên Sunnî %70ê rûniştvanê wî welatî ye. Wisa baştir e ku bizanin ka dê dest bi ser kîjan deverê de bigrin.”
Ji aliyekê din ve her çiqas ku Amerîkayê biryar daye 50 leşkerên xwe yên taybet bişîne Rojavayê Kurdistanê, lê belê Washington amade nîne ku dem û cihê bicihbûna wê hêza xwe li Rojavayê Kurdistanê aşkere bike.
Berpirsên Amerîkayê didin xuyakirin, ku ew ji ber sedemên ewlehiyê û parastina jiyana leşkeran ti zanyariyan derbarê wan de nadin.
Berdevkê Hevpeymanan Stevn Warren li ser wê yekê jî dibêje: “Zêdetirî mehekê ye ku me ragihandiye em dê çend hêzên xwe yên taybet bişînin Sûriyê, lê belê em her ewqas li ser wê mijarê dibêjin.”
Li gor hinek berpirsên YPGê, pisporên leşkerî yên Amerîkayê niha li Rojavayê Kurdistanê ne û mijûlî nûjenkirina balafirxaneya çandinî ya Hesekê û guherandina wê bo baalfirxaneyeke leşkerî ne.
Rudaw
