• Friday, 20 February 2026
logo

Mehmûd Sengawî: Pêşmerge sîloyên Xûrmatû wê bernede

Gulan Media January 7, 2016 Nûçe
Mehmûd Sengawî: Pêşmerge sîloyên Xûrmatû wê bernede


Serpereştê bereyên Xurmatû û Qeretepe û Xaneqîn aşkera kir ku, cîhên ku hêzên Pêşmerge û asayîş lêne nabe çi hêzêk din lê cîh bibe.

Di daxuyaniyek de ji aliyê bûroya Mehmûd Sengawî ku Serpereştê bereyên Xurmatû û Qeretepe û Xaneqîn e hatiye diyar kirin ku: ‘’Ji bo çareserkirina pirsgirêka sîloya Xurmatû, Mehmûd Sengawî ligel berpirsên rêveberiya Xurmatû û fermandarên Pêşmerge yên li wî sinorê de cîh digrin wê bê gelyêk.’’

Herwaha hatiye ragihandin ku, di civînê de biryar hatiye girtin îro hêzên lezgîn di sîloyêde ne, hejmarek karmendên asayîş û pasewanên taybet jî di deriyê sîloyê de wê bên bicîh kirin.

Di dawiyê de jî tê gotin: ‘’Derwey hêzên Pêşmerge û asayîş nabe çi hêzekî din nêzîkî sîloya Xurmatû bê bicîh kirin. Hemû hêz jî li wê hatine agahdar kirin.’’

Balkêşe ev daxuyanî di demek de hat kirin ku milîsên Heşdî Şîe hewldan ku bikevin naw sîloya Xurmatû de

Basnews
Top