• Friday, 20 February 2026
logo

Şanda HDPê bo Îmraliyê civîna çapemeniyê li dar dixest

Gulan Media January 7, 2016 Nûçe
Şanda HDPê bo Îmraliyê civîna çapemeniyê li dar dixest

Şanda HDPê ya bo hevdîtina serokê Partiya Karkerên Kurdistan(PKK) Abdulah Ocalan, li Parlamentoya Tirkiyeyê civîna çapemeniyê li dar dixest

Şanda HDP'ê ya Îmraliyê ku ji Parlamenterên HDP'ê Sirrî Sureya Onder, Pervîn Buldan û Îdrîs Balûken pêk dihat, li ser pêşketinên dawî îro li Parlamentoya Tirkiyeyê civîneke çapemeniyê li dar dixin.

Duh hatibû ragehandin, du girtiyên PKKê ku li Îmraliyê di "Sekreteryaya Pêvajoya Aştiyê" de bûn, bo Girtîxaneya Sîlîvrîyê hatine veguhestin, parêzeran dabû xuyakirin, ku piştî 5 rojan bi rêya medyayê bi nûçeyan guhestina wan agahdar bûne.

Hikûmeta Tirkiyeyê ji 5'ê Nîsana 2015'ê ve destûr nade ku şanda HDP'ê biçe Îmralî û bi Ocalan re hevdîtin pêk bîne.

K24
Top