• Friday, 20 February 2026
logo

Parlamenterekî Iraqî: Iraqê ti carî alîkariya PKKê nekiriye!

Gulan Media January 7, 2016 Nûçe
Parlamenterekî Iraqî: Iraqê ti carî alîkariya PKKê nekiriye!
Parlamenterekî Iraqê ragihand ku Iraqê ti carî alîkariya PKKê nekiriye û çek û pere nedaye wê rêxistinê.

Endamê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê û parlamenterê Iraqê Ebas Beyatî li ser wan îdiayên ku dibêjin Iraq alîkariya PKKê dike, got, ew îdia derew in çimkî Iraqê ti carî alîkariya PKKê nekiriye.

Ebas Beyatî, ku kesekî nêzîkî serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî ye jî, diyar kir ku PKK rêxistineke qanûnî û fermî nîne da ku Iraq pê re hevkariyê bike û çek û pere bidê.

Wî parlamenterê iraqî her wiha got ku hêzên PKKê bêyî rizamendiya hikûmeta Bexdayê di nav xaka Iraqê de bicîh bûne, ev jî binpêkirina serweriya Iraqê ye.

Endamekî kurd ê Parlamentoya Iraqê beriya niha ji Rûdawê re gotibû, şandeke PKKê bi awayekî veşartî çûye Bexdayê û li dijî Tirkiyê bi rayedarên Iraqî re hevdîtin kiriye.

Wî parlamenterê kurd her wiha gotibû, Malikî beriya şerê DAIŞê çek ji PKKê re şandibû Qendîlê.

Rudaw
Top