Xwenîşanderên Kurd çûn nav bargeha Partiya Parêzgeran
Îro bi dehan welatiyên Kurd yên li welatê Birîtanya bi mebesta guhandina dengê welatiyên Bakurê Kurdistan`ê xwenîşandanek sivîl saz kir û çûn nav bargeha Partiya Parêzgeran ya li nêzîkî Parlemana Birîtanya.
Peyvdarê xwenîşanderan ragihand ku, ew dixwazin bi vê pêngava wan jibo Hikûmeta Birîtanya bi mebesta ragirtina êrişên serbazî bo ser welatiyên sivîl li Bakurê Kurdistan`ê û destpêkirina Piroseya Aştiyê ku saleke hatiye ragirtin fişaran li ser Turkiye dirust bike.
Piştre xwenîşanderan bi mebesta pêşkêşkirina daxwazên xwe bo endamên Civata Pîran ber bi wê civatê çûn.
Hêjayî gotinê ye ku, çend heyv in Hêzên Artêş û Polîsên Turkiye dest bo êrişa bo welatiyên sivîl yên Bakurê Kurdistanê kiriye û heya niha bi sedan welatiyên sivîl bûne qurbanî û hejmarek jî hatine desteserkirin.
Xendan
