Osman Baydemir: Tirkiyê wek Sûriyê lê hatiye
Parlementarê HDPê di parlemena Tirkiyê de li ser navê bajarê Orfa Osman Paydemir, di civînek Komîteya Yekîtiya Ewropa di parlemena Tirkiyê de ku wezîrê YE jî tê de amadebû ragehand ku, kuştina her mirovekî li Bakurê Kurdistanê dibe sedema ku em ji hev dûr bikevin û nikaribin pêkvebijîn, herwiha Wezîrê YE agahdar kiriye ku Tirkiyê wek Sûriyê dê lê were, lewma divê bizûtirîn dem çareyek were dîtin.
Berî 2 heftiyan Baydemir rexne li PKKê kirin û gotibû: “Pêwîstî nedikir ku PKKê xendekan bikole û jiyana xelkê têxe vê rewşa niha.” Herwiha di hefteya derbasbûyî de nakokî ketibû navbera Osman Baydemir û Wezîrê YE , jiber ji wî re gotibû çima dengê çekan bilind bû û piroseya aştiyê hate paşguh kirin.”
Baydemir dibêje: “Jiber encamên hilbijartinên 7 Huzêranê ne bi dilê AKPê bû û nikarîbûn hikûmetê bi tena xwe pêkbînin, jibo wilo wê şer hilbijart. Niha ew bi tena xwe hikûmete. Heger hûn ji min pirs bikin çima ez daxwaza aştiyê dikim? Ez dê ji we re bêjim ku kuştina her mirovekî li Bakurê Kurdistanê me dûrî hev dixe û em nema karin pêkve bijîn.”
Di beşekî din de ji axaftina xwe di wê civînê de Baydemir gotiye: “Tirkiyê wek Sûriyê lêhatiye, li Cizîrê xelk bi kom têne kuştin, Esed jî her wisa kiriye.”
Li ser axaftinên Baydemir Wezîrê YE Valkon Bozkîr dibêje: “Berî hilbijartinên 7 Huzêranê ev şer hebû, heger HDPê daxaza aştiyê dike, bil bo çekdaran re bêje biçin dervî Tirkiyê, di vê yekê de HDPê dikre rolek serekî bilîze.”
Basnews
