PDK û YNK rêk dikevin
PDK û YNK ji bo pêkanîna hikûmet û aktifkirina Parlemanê ji aliyên prensîp de li gel yêk rêk dikevin. Rêveberekî PDKê ji di bêje ji bo vê pêvajoyê YNK hêza ku herî gûncawe PDK ê ligel pêkbê
Li gor çawkaniyên ku dinav civînê de hatini bi dest xistin, li ser pêkanîna hikûmet û aktîf kirina Parlemana Kurdistanê PDK û YNK di dawiya sala 2015 de bi yêk hatine û ji aliyên mebde û prensîp de ji bo pêkanîna parleman û Hikûmetekî hewbeş xalên serekî de pêkhatine, tenê li ser xalên jêrîn gotûbêj û pêk hatin maye.
Herwaha ji bo babeta nemana Yekgirtûyî Îslamî dinav hikûmetê de hatiye gotûbêj kirin, li gel Komelî Îslam hevdîtin hatiye kirin, ku Komelî Îslam berî naha digot em li hikûmet de cîh nagrin, piştî vê hevdîtinê biryar daye ku beşdarî hikûmetê bike.
Tê gotin liser gelek mijaran zelal bûn çêbuye lê yêk mijara ku zelalî têde çênebûye yêk jî diyar kirina Serokê Parlemane ku berî naha ji Tevgera goran Yûsif Mihemed serokatiya vê dikir. Li gor agahiyên ku bi dest ketine ew erkê ji YNK ê re tê dayîn lê heta naha li ser nav gotûbêj û yêkkirin çênebûye.
Herwaha li gor çawkaniyên bi dest ketine YNK dixwaze çend endamên Tevgera Goran dinav hikûmetê de bi cîh bike û erk û berpirsyarî bidete wan kesane û bi temamî qonaxa seknandina pêşkeftina Tevgera Goran bide destpê kirin.
Li gor hin çawkaniya Tevgera Goran di zivire nav YNK, lê YNK razî nîne ku wek partiyekê Tevgera Goran dinav xwe de qebûl bike. Wek grûp û wekî takekes tenê beşdariyê qebûl dike.
basnews
