Befrê herçar perçên Kurdistanê girtiye
Başûr
- ji ber hatina berfeke zêde û daketina pileya germayê, dibistanên bajarokê Mêrgesorê hatin girtin. Beşek ji riyên sereke hatin girtin. Tîmên taybet li wir riyan paqij dikin.
- Li deverên çiyayî yên devera Soranê riya di Simaqolê hatiye girtin, herwiha riya Sefîn heta hêran hatiye girtin. Riya Soran bo Raniye girtî ye.
Bakur
Li Bakurê Kurdistanê ji ber hatina berfeke zêde li Çewlîk, Elezîz, Colemêrg, Şemzînan, Gever, Wêranşar, Gimgim, Kils û Şirnexê gelek rê hatine girtin û dibistanan deriyê xwe girtine.
- Befrê rêya bi sedan gund li Wan, Colemêrg û Dêrsimê girtine.
Rojava
- Vê carê Rojavayê Kurdistanê jî ketiye ber bahoz û bagera berf û sermayê.
- Li Cizîrê serma û qira ye û li Efrîn û Kobanî heta niha 15 samtîn berf hatiye.
Kobanî
Efrîn
Rojhilat
Li gellek deverên Rojhilatê Kurdistanê berf bariye û li hinek cihan bilindahiya berfê gihîştiye 2 metreyan! Rêyên bi sedan gund hatine girtin, bi dehan gund jî bê elektrîk mane.
Li Rojhilat rêyên gellek gund û deveran hatine girtin, dibistan û navendên xwendinê jî girtî ne.
Li eyaleta Sine rêyên derdora 700 gundan hatibûn girtin lê tîmên vekirina rê, rêyên 300 gundî vekirin.
Rêyên sereke yên bajarê Sine vekirî ne lê şeva borî hinek kamyon û otomobîl di rêya navbera bajarokên Qurwe û Dêgulanê de mabûn, hejmarek tûrîst û rêwî jî di nav wan rêyan de asê mabûn lê ji aliyê tîmên vekirina rê û karmendên Heyva Sor ve hatin rizgarkirin.
Li deverên mîna Pîranşar, Bokan û Hewramanê bilindahiya berfê gihîştiye 2 metreyan û bahoz û bagerek tund li wan deran rabûye.
Rêveberê gumrika Pîranşarê ku otomobîla wî şeva borî li ser sînorê Rojhilat û Başûr asê mabû, ji aliyê tîmên vekirina rê ve hat rizgarkirin.
Elektrîka bajarê Pîranşarê jî ku ev çend roj bûn ji ber berf û bagerê qut bibû, dîsa hat girêdan. Ji ber sermayê, kabloyên elektrîkê qerisîbûn.
Li piraniya gundên Mehabadê jî elektrîk hatibû qutkirin lê îro elektrîka piraniyan wan gundan dîsa hat girêdan lê hîn 65 gund bê elektrîk in.
Hat zanîn ku rêyên 70 gundên bajarê Serdeştê jî ji ber berfê hatine girtin. Vekirina wan rêyan ji ber barîna berfê bi sistî pêşde diçe.
Ji welatiyên Rojhilatî hatiye xwestin eger neçar nemînin sefer nekin û ji şofêran jî hatiye xwestin tekerên otomobîlên xwe zincîr bikin.
Rudaw
