• Friday, 20 February 2026
logo

Eger Ocalan jiyana xwe ji dest bide dê çi bibe? – HDP bersiv dide!

Gulan Media January 4, 2016 Nûçe
Eger Ocalan jiyana xwe ji dest bide dê çi bibe? – HDP bersiv dide!
Parlamenterê Enqerê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureyya Onder diyar kir ku dewleta Tirk dê parêzbendiya rayedarên HDPê rake û wan bigire.

Derheqê hevserokên HDPê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdagê û hinek rayeder û parlamentoyên wê partiyê de, bi hêceta ku “xweserî” ragihandine û “xiyanet” kirine, lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Piştî lêpirsînê û ji bo darizandinê divê parêzbendiya wan were rakirin. Daxwaznameya rakirina parêzbendiya wan jî radestî parlamentoyê hatiye kirin lê heta niha parlamentoyê derheqê vê yekê de biryar nedaye.

Parlamenterê HDPê Sirri Sureyya Onder, li ser vê mijarê ji malpera tirkî ya bi navê T24ê re axivî û got, dê parêzbendiya me rakin û me bigirin. Lê ti sûda girtina me ji çareseriyê re tine.

Wî parlamenterê HDPê eşkere kir ku dema cara yekemîn xweserî ji aliyê KCDê ve hat ragihandin, dewletê ji rêberê PKKê Abdullah Ocalan “rica kiribû” ku vê yekê bide sekinandin, Ocalan jî ji wan re gotibû ku niha ne dora tiştên wiha ye her wiha divê girtina siyasetmedarên kurd were sekinandin û xendeq jî bên girtin çimkî ev ne li gorî rûhê pêvajoyê ne.

Onder, di bersiva vê pirsê de ku “Eger Ocalan jiyana xwe ji dest da dê çi bibe?” jî got, bûyerek bi vî rengî dê hêviya aştî û pevrejiyanê ya gelên Tirkiyê bixe nav tarîtiyeke kûr. Baca wê ya civakî dê ewqas giran be ku em nikarin texmîn bikin. Her wiha emê rêberekî ji dest bidin ku tenê ew dikare Rojhilata Navîn li ser zemînekî demokratîk bide rûniştandin. Bi destpêkirina “pêvajoya çareseriyê” re girtîbûna Ocalan bê wate bibû lê niha êdî rewş pir hatiye guhertin çimkî azadiya wî bûye mecbûriyetek.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), cara yekemîn sala 2011ê behsa ragihnadina xweseriya demokratîk li Bakurê Kurdistanê kiribû, cara duyemîn jî Kanûna 2015ê xweserî ket rojeva KCD û HDPê.

Rudaw
Top