Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê Giştî yê Sudan li Hewlêrê kir
Li hevdîtinê de Konsolê Sudan silav û rêzên Serok û gelê Sudanê bi Serok Barzanî ragihand û xweşhaliya xwe bi hevdîtinê nîşan da û sersamiya xwe bi pêşketinên Herêma Kurdistanê xisterû. Her wiha spas û pêzanînên welatê xwe yên hevkarî û hemahengiya wan ya li gel Konsolgeriya Sudan ji bo Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand û amadehiya welatê xwe jî ji bo pêşxistina zêdetirê peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê derbirî.
Konsolê Sudan pêzanînên xwe ji bo rola qehremananeya Pêşmerge ya li şikandina terorîstan de nîşan da û balkişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê ji bilî şer û rewşa xerapa aborî nêzîkî dû milyon koçber û penaberan himbêz kiriye û mînakeke gelek geş pêşkêşî mirovayetiyê kiriye û dîrok wê serweriyê tomar dike. Hêvî jî xwest her çi zûtir kêşeyên aboriyên Herêma Kurdistanê çareser bibin û Kurdistan li pêşketinê de berdewam bibe.
Konsilê Giştî yê Sudanê her wiha eve jî behs kir ku bi wan rûdan û guhertinên ku li navçeyê de hene rola serkirdayetiya Serok Barzanî gelek girîng û ber bi çave û Herêma Kurdistanê girîngiyeke xwe ya zêde heye, ji bo wê yekê welatê wan dixwaze li hemû astan da peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê pêş bixe û amadehiya her cûre hevkarî û hemahengiyê ne, bi taybetî li warê çandinê da dikarin hevkariya Herêma Kurdistanê bikin.
Li beranber da Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina wan, hêviya serkeftinê ji bo Konsolê Sudan xwest û xweşhaliya xwe ji bo berev pêşveçûna asta peywendiyên di navbera her dû aliyan pêşan da û ezmûna Sudanê ji bo çareserkirina kêşeyên navxweyiyên welat bilind nirxand.
Serok Barzanî balkişand li ser rewşa bereyên rûbirûbûna terorîstan kir û amajeya wê yekê kir ku Pêşmerge li gel dirindetirîn dijmin li şer daye û gelek azayane kariye efsaneya Da'îş têkbişkêne. Tekez jî li wê yekê kir ku gelê Kurdistanê berê jî çendîn qeyran û kêşeyên mezin derbaskiriye û bi piştrastiyê ve ji vê şer û qeyranê jî bi serbilindî derdikeve.
Her li vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û emniya Iraq û navçeyê û hereşeya terorîstan ya li ser asayîşa navçeyê û cîhanê û pêşketinên siyasiyên dawî, guftûgo kirin.
