Telal Silo: parastina bendava Tişrîn erkekî netewiye
Di demekî ku di derbarê derbaskirina bendava Tişrînê de, ji aliyê rayedarên Tirkiyê de gelek daxuyanî tên dayînde, Berdevkê Hêza Sûriyê ya Demokratîk ragehand, ku ew giringiyê nadin daxuyaniyên Tirkiyê û dê çemê Feratê jî derbas bikin.
Herwaha di derbarê mijarê de Berdevkê Hêza Sûriyê ya Demokratîk Telal Silo got: "Divê bendava Tişrînê li rojhelat û rojavayê çemê Feratê bi(7-10) kîlometreyan were parastin, hêza me ji hemû aliyan ve pêşve diçe û sibeha îro jî me gundê "Giştear" ser bi bajarokê Ezazê ve rizgar kir."
Silo da zanîn ku derbarê derbasbûna çemê Feratê ti giringiyê nadin daxuyaniyên Tikriyê û diyar kir ku parastina bendava Tişrînê erkekî neteweyî ye.
Di 26ê Kanûnê bendava Tişrîn ji aliyê Hêza Sûriya ya Demokratî ve ji destê DAIŞê hatibû rizgarkirin.
Basnews
