• Friday, 20 February 2026
logo

"Divê dest ji pêdagiriya xweseriyê bê berdin"

Gulan Media January 4, 2016 Nûçe

Li Bakurê Kurdistanê alozî bê navber berdewam in, tevlîheviya li herêmê ya di navbera PKK û artêşa Tirk de ket nav partiyên siyasî jî. Ji aliyekî din ve darizandina rayedarên HDPê jî di rojevê de ye.

Di nav avûhewayeke aloz de KCDê ji Diyarbekîrê xweserî ragihand, danezana KCDê demeke kurt di qadek mezin de deng veda û heta ji aliyê dozgeriyê jî lêpirsîn di derheqê serkirdeyên KCDê de hat destpêkirin.

Li herêmê ev demeke dirêj e, rewşa awarte berdewam e, li hemberî bi sedan mirinan nerazîbûnên zêde nayên bihîstin, “heta Ewropa jî çavên xwe ji kuştinan re digire” xwediyê van gotinan rojnameger Sedat Bozkurt e, ligor Bozkurt berê dema li Kurdistanê pevçûn rû didan û welatiyên Kurd dihatin kuştin ji Ewropayê çavdêr dihatin herêmê lê êdî ev jî nemaye.

Sedat Bozkurt got: “Aloziyek wiha heye ya rast kes nizane kî çi dike, hevsengiya berê nemaye, Ocalan dibêje xweserî baştirîn sîstem e û herwiha dema xweseriyê rave dike tevahiya Tirkiyê dixe nav de, lê fikra tu kesê nehatiye wergirtin, xwîn dirêje hem jî wek asayî dirêje, divê dest jê pêdagiriya xweseriyê berdin.”

Rewşa Bakurê Kurdistanê di parlamentoya Tirkiyê de jî ev demeke dirêj e tê nîqaşkirin, digel ragihandina xweseriyê partiya desthilatdar û HDP hatin hemberî hevdu, Partiya Komara Gel jî rêyeke sêyemîn diparêze, Cîgirê Serokê Koma CHPê dibêje êdî dest ji terz û isûlên berê berdin.

Derbarê mijarê de Cîgirê Serokê Koma CHPê Selin Sayek Boke wiha axifî: “Em di hefteya borî de li wir bûn, me rewş dît. Xeletiyên dû partiyan rewş anîn vê astê. Bila ji niha pê de proses sîvîl bibe, divê civak û siyaset bikeve dewrê de, eger na em dê ber bi qonaxeke xirab biçin.”

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Selma Irmak, ragihand ku di demek nêz de şandeyek wan wê biçe Başûrê Kurdistanê û herwiha li wir danûstandinan pêk bîne. Di serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya bo Enqerê de pêngavên wan danûstandinan hatibûn avêtin û hatibû zanîn ku şanda HDPê ji Serok Barzanî dawxaza beşdarbûna proseyê kiriye, her wiha ev geşedana dawî jî di wê çarçoveyê de tê nirxandin.

K24
Top