• Friday, 20 February 2026
logo

Tirkiyê bi çekên giran êrîşî navendên YPGê kir

Gulan Media January 3, 2016 Nûçe
Tirkiyê bi çekên giran êrîşî navendên YPGê kir

Li gor malpera fermî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ragihand ku Artêşa Tirkiyê bi çekên giran êrîş birine ser binkeyên wan a li gundê Yabîse ser bi bajarokê Girê Spî.

Daxwiyaniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ku li ser malpera xwe ya fermî belav kiriye, wiha tê gotin: "Artêşa Tirkiyê, ji 23ê Cotmeha borî ve û heta niha 23ê caran navendên me yên li ser sînorên di navbera Tirkiyê û Rojavayê Kurdistanê de ji xwe re kirine armac."

Herwaha daxwiyaniya di êrîşa gundê Yabîse de, ti zerarên giyanî nebûne. Gundê Yabîse 5 kîlometreyan dûrî bajarokê Girê Spî ye û di bin kontrola YPGê de ye, piraniya welatiyên wê jî Kurd in.

Basnews
Top