Li Şirnexê hêzek nû hat avakirin: YPS
Li gorî medyaya Tirkiyê, duh li navçeya Hezexê ya Şirnexê, komek kesên çekdar bi merasimeke leşkerî xwe wek Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS-Hezex) ragihandin.
Çend roj berê jî li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, YPS-Nisêbîn hatibû ragihandin.
Heta niha nayê zanîn ka ev hêz girêdayî PKKê ne yan na lê li gorî silogan û çalakiyan wan tê dîtin ku ew hêz nêzîkî PKKê ne.
Medyaya Tirkiyê li ser zarê çavkaniyên îstixbaratî îdia dike ku rêxistina Tevgera Ciwanên Demokrat û Şoreşger (YDG-H) hatiye hilweşandin.
Rudaw
