• Friday, 20 February 2026
logo

Rêveberiya Yêkgirtû li gel dest li kar kêşana Wezîrê Karebayê de ye

Gulan Media January 3, 2016 Nûçe
Rêveberiya Yêkgirtû li gel dest li kar kêşana Wezîrê Karebayê de ye

Bi sedema kêmbûna pêdana demjimêrên karebayê ji hemwelatiyên Herêma Kurdistanê re û kêmbûna karebaya Niştimanî nêzîk 6 demjimêran, çend caran ket rojevê û xwastek û talebên dest li kar kêşana Wezîrê Karebaya Herêma Kurdistanê dengweda. Her bi vê sedemê Rêveberiya Yêkgirtûyên Îslamiyên Kurdistanê bi giştî li gel dest li kar kêşana ew Wezîre deng dan û biryar girtin.’’

Endamê Rêveberiya Yekgirtû Îslamî Kurdistan Ebûbekir Hallednî ji BasNewsê re axift û got: ‘’ Ji berk u li gor pêwîstîyan sûtemenî ji aliyê her dû wezaretên Saman û Siroşt û Darayî we nayê dayîn û alîkarî ne kirina bi wezereta karebayê,herwaha bicîh ne anîna biryarên rêkevtina siyasî ku di dema parvekirina erkên siyasî de hatibû dabeşkirin, her ji ber va sedeman wek Rêveberiya Yekgirtûyên Îslamî di demek nêzîk de dest li kar kêşana wezîrê karebayê radigehînin. Ji ber ku em wek Yêkgirtûyên Îslamî dixwazin bi gelê Kurdistanê re ragihînin me ew erke ji bo ku em xizmet bikin girte sermilê xwe, ne ji bo propagandayekî siyasî.’’

Herwaha li gor Endamê Rêveberiya Yêkgirtûyên Îslamî Ebûbekir Hallednî bi helwesta dest li kar kêşana Wezîrê Karebeyê nişandana rûyê sipî yê wane ji bo hemû gelê Kurdistanê. Derbarê biryara dest li kar kêşanêde jî diyar kir ew biryar piştî çend civînan û gotûbêjan wergirtine.

Basnews
Top