Rewş aloztir bû - Erebistanê balyozê Îranê derxist!
Piştî ku rêberê şîeyên Erebistanê şêx Nemir Baqir ji aliyê dewleta Riyazê ve hat îdamkirin, rayedarên Îranê bi tundî li dijî vê yekê nerazîbûn nîşan dan, li Tehran û Meşhedê jî avahiyên balyozxane û konsulxane yên Erebistanê hatin şewitandin.
Li ser vê yekê Erebistanê jî duh bang li Balyozê Îranê li Riyazê kiribû û li ser êrişên li djiî avahiyên xwe hişyarî dabû Îranê.
Lê îro piştî daxuyaniya rêberê Îranê Elî Xaminêyî derheqê îdamkirina rêberê şîeyên Erebistanê şêx Nemir Baqir el Nemir, dewleta Erebistanê fermana derxistina Balyozê Îranê da û 24 saet mohlet dayê ku Erebistanê biterikîne.
Xaminêyî gotibû, xwîna şêx Nemir bi niheqî hat rijandin ji ber wê jî Xwedê dê tola wî ji Erebistanê veke.
Îran û Erebistan, ku xwe pêşengên şîe û sunniyên cîhanê dibînin, li ser şerê Sûriye û Yemenê pir nakok in. Îran pişta rêjîma Beşar Esed û milîsên şîe yên Yemenê digire, Erebistan jî li djî wan e.
Rudaw
