• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serokê Parlemena Ewrupa kir

Gulan Media January 3, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serokê Parlemena Ewrupa kir
Roja yekşem 03.01.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Rîçard Çarnêskî (Ryszard Czarnecki) Cîgirê Serokê Parlemena Ewrupa kir.

Li hevdîtinê de Cîgirê Serokê Parlemena Ewrupa xweşhaliya xwe li rexsandina vê hevdîtina li gel Serok Barzanî derbirî û ji nêzîk ve agahdarî rewşa siyasiya navçeyê û Kurdistanê bibe. Her wiha bi sedema wan pêşketinên ku li bîst salên derbasbûyî de li Kurdistanê pêkhatine pesna Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir û Kurdistanê bi tuxmêkî bi bandor ya li aramiya navçeyê de da zanîn û ragihand ku bi bêyî Kurdistanê çareseriya aştiyane li navçeyê da pêknayê. Li dirêjahiya axaftina xwe de wê yekê xisterû ku gelek pêwîste Ewrupa û cîhan agahdarî rastiyan û rola Kurdistanê ya li aramî û aştiya li navçeyê de bibîne û piştgîriya xwe jî ji bo berfirehkirina hewlên welatên Ewrupa ya ji bo piştevanîkirina Kurdistanê li ruyê aborî û mirovî ve nîşanda. Cîgirê Serokê Parlemena Ewrupa ji bilî wê yekê ku pêzanînên xwe ji bo kultûra pêkvejiyana gelê Kurdistanê hebû, destxweşiyê li Serok Barzanî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li rûbirûbûna terorîstan û her wiha palpiştîkirin û parastina Mesîhî û pêkhatên din yê ji hereşe û tehdîdan kir.

Li beranber da Serok Barzanî spasiya helwesta Cîgirê Serokê Parlemena Ewrupa kir û behsa azar û xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê ya di dema sed sala derbasbûyî de bi navê azadî û parastina nasnameya xwe de kir û wê yekê xisterû ku di destpêka sedsala pêşî da bi bêyî wergirtina raya gelê Kurdistanê rastiyeke tehl û pir li zulm û înkar li ser gelê me da hate sepandin lê belê gelê Kurdistanê li beranber wê rastiyê xwe bi dest ve neda û xwe parast û niha jî gelê Kurdistanê bi awayeke aştiyane û diyalog berev mîsogerkirina mafên xwe yên rewa hengavan davêje.

Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî behsa dirindeyî û wehşîgeriya terorîstên Da'îş û metirsiya wan ya li ser hemû mirovayetiyê kir û balkişand li ser wê yekê ku bi şanaziyê ve Pêşmerge karî Da'îşê li Kurdistanê têkbişkîne û parastina xuşk û birayên Mesîhî û pêkhatên olî û neteweyiyên din bi erkekî mirovî û niştîmaniya gelê Kurdistanê wesif kir. Her wiha balkişand li ser têçûna maddî û miroviya şer û mîhvandariya koçberan û giriftên aboriyên Herêma Kurdistanê û daxwaz kir ku welatên Ewrupayî li yarmetîdana koçberan de hevkariya Kurdistanê bikin.

Top