Îranê ji ber îdamkirina wî mezinê şîeyan gef li Erebistanê xwar!
Erebistana Siûdî îro danê sibê ragihand, 47 kes bi tohmeta karên terorîstî û têkdana asayişa netewî ya welêt hatine îdamkirin ku di nav wan de mezinê şîeyên Erebistanê şêx Nemir Baqir el Nemir, ku kesekî nêzîkî Îranê bû jî heye.
Li hember vê yekê, berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Husên Cabir Ensarî nerazîbûn nîşan da û got, Erebistan piştgiriya rêxistinên terorîstî û radîkal dike lê bi neyarên xwe re bi zimanê îdam û serkutkirinê dipeyîve.
Ensarî gef li Erebistanê xwar û got, encamên vê siyaseta “pûç” dê pêsîra dewleta Erebistanê bigire û dê berdêlek giran ji ber vê yekê bide.
Şêx Nemir Baqir el Nemir, 10 salan li Îranê perwerdeya ayîna şîetiyê dîtibû û kesekî nêzîkî Îranê bû.
Rudaw
