RUMADÎ- Şer dijwar e - Hêzên Iraqê pêşde diçin
Hefteya borî di operasyoneke berfire de bi piştevaniya balafirên hevpeymaniya navdewletî, hêzên Iraqê karîn avahiyên hikûmî yên nava bajarê Rumadî kontrol bikin.
Hêzên Iraqê pêşveçûnên xwe li Rumadî berdewam dikin û herî dawî karîn cadeya 17ê Tîrmehê ji destê DAIŞê derxînin.
Çavkaniyeke leşkerî ji Rûdawê re ragihand: “Çekdarên DAIŞê li Rumadî bi 6 otomobîlên bombekirî êrişî navenda hêzên Iraqê kirin. Hêzên me karîn bersiva wan bidin û êrişa wan têk bibin, lê piştre çekdarên xwekuj êriş kirin û navend ket destê wan de.”
Serokê Encumena Parêzgehe Enbarê Sebah Kirfut ragihand: “Piştre balafirên hevpeymaniyê û hêzên Iraqê karîn ji destê wan derxînin. Di wê êrişê de tenê 3 leşker hatin kuştin û 18 jî birîndar bûn.”
Rudaw
