• Friday, 20 February 2026
logo

Cizîre jî vala dibe!

Gulan Media January 2, 2016 Nûçe
Cizîre jî vala dibe!
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê şer û qedexe didome. Bi sedan welatî ji ber şer mal û warê xwe dihêlin û direvin.

Ji 14ê Kanûna sala 2015ê ve heta niha li navçeya Cizîrê ya Şirnexê şer û qedexe heye. Li nav bajêr hêzên Tirk, bi hêdeta hebûna şervanên kurd, bi top û tankan li avahî û kuçeyan didin ji ber wê jî mal û avahiyên welatiyan wêran dibin.

Welatî jî neçar dimînin dest ji mal û warê xwe berdin û bajêr vala bikin.

Ev çend roj in li taxên ku şerekî giran lê derketiye, welatî bar dikin û berê xwe didin rêya hat û nehatê…

Li navçeya Sûrê ya Amedê jî, ji ber şer heta niha herî kêm 30 hezar kes koçber bûne.

Rudaw
Top