• Friday, 20 February 2026
logo

YNK: Piştî sersalê emê kar li ser peyama Barzanî bikin

Gulan Media January 1, 2016 Nûçe
YNK: Piştî sersalê emê kar li ser peyama Barzanî bikin


Endamê polît bûroya YNKê Letîf Şêx Omer aşkere kir wek YNK em peyama Serokê Herêma Kurdistanê giring dibînin û piştî sersalê li ser vê babetê gotûbêja li gel aliyên siyasî vê bidin destpê kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyama xwe ya sersalê de aşkere kiribu û ji hemû aliyên siyasî xwestibû ku li ser pirsa Serokatiya Herêmê carekedin hemû aliyên siyasî li gel yêk dinava gotûbêjande bin û hewil bidin ku vê pirsê çareser bikin û davî lê bînin. Herwaha Mesûd Barzanî destnîşan kiribu ku ‘’Hemû aliyên siyasî yan bila biryara helbijartina Serokê Herêmê bidin, yan jî bila li ser birêzekê li yêk biken heta helbijartinên sala 2017 ê erkê Serokatiya herêmê bigre ser milê xwe, ez jî bi hemû hêza xwe piştîwaniyê lê bikem, yan jî bila biryar were girtin heta helbijartinên sala 2017 ê ew rewşa ku naha heyî berdewam bike. Ji ber ku rewşa şer a bi taybet naha Kurdistanê heta ku derbaz dibe. ’’

Piştî peyama Serokê Herêmê Mesûd Barzanî, Endamê Polît Bûroya YNKê Letîf Şêx Omer ji BasNewsê re axift û got: ‘’Çareserkirina pirsgirêkên ku hatine cemidandin, di bernama me de heye ku piştî sersalê (2016) di peywendî û civînan de bi awayê gotûbêj li gel hemû aliyên siyasî bidin destpê kirin. Berî hertiştî çareserkirina pirsgirêkê din av Tevgera Goran û PDKê û herwaha çareserkirina qeyrana aborî ya li Herêma Kurdistanê emê rojev bikin.’’

Di dawiya axaftina xwe Endamê Polît Bûroya YNK ê Letîf Şêx Omer got: ‘’Me peyama Barzanî girt û piştî sersalê ka çi mekanîzmayekê vê bê bikar anin vê kar li ser bête kirin.’’

Basnews
Top