• Friday, 20 February 2026
logo

PAK: Bila 2016 bibe sala serxwebûna Kurdistanê

Gulan Media January 1, 2016 Nûçe
PAK: Bila 2016 bibe sala serxwebûna Kurdistanê
Serokê GIştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mistefa Ozçelik got, bila sala 2016an bibe sala serxwebûna Kurdistanê.

Serokê Giştî yê PAKê Mistafa Ozçelik bi helkefta sala nû peyamek belav kir.

Mistefa Ozçelik di peyama xwe de ragihand, ala 2015ê ji bo Kurdan saleke bî êş bû, lê serkefrinên Kobanî û Şingalê hinekê birînên kurdan kewandin.

Ozçelik diyar kir, ji bo sala 2016an bibe saleke xweşî barekî dîrokî û giran li milên sîyasetvan, rewşenbîr û xebatkarên doza azadiyê heye û wiha got: “. Divê herkes bi wîcdan, bi dilsozî, bi hestên welatperwerî yên paqij bêyî ku bikeve dûv hesabên biçûk, xwe di mêzîna van nirxan de biwezinîne, xwe li ber çav derbas bike, jibo guhertineke bingehîn ‘formateke nû’ bide xwe.”

Herwiha Serokê Giştî yê PAKê hêvî kir ku sala 2016ê bi yelgirtina kurdan bibe sala sexwebûna Başûrê Kurdistanê. Ozçelik di beşek din a daxuyaniyê de wiha got:

“Li Bakurê Kurdistanê bila bibe sala rawestandina şerî ,dawî lêanîna êrîşên dewletê, wêranî û kuştinan; dawî lêanîna xendek û barîkatan. Bila bibe sala yekgirtina hemû hêz û kes û alîyên azadîxwaz û demokrat di nav yek partiyê de û bila bibe yekgirtina hêzên welatperwer û pêşketina doza azadîyê li Bakurê Kurdistanê.

Li Rojavayê Kurdistanê bibe sala yekgirtin û pêkhatina îdareyeke hevbeş ya hemû hêzên sîyasî û bidestxistina mafên pêşdetir ji rewşa îroyîn.

Bila sala 2016ê li Rojhilatê Kurdistanê bibe sala yekitî û yekgirtina hêzên neteweyî, bibe sala geş kirina doza azadîyê.

Bi hêvîya rojên xweş, sersala gelê xwe û ya hemû gelên cîhanê pîroz dikim.”

Rudaw
Top