• Friday, 20 February 2026
logo

Peyama hikûmeta Kurdistanê bi minasibeta salan nû

Gulan Media January 1, 2016 Nûçe
Peyama hikûmeta Kurdistanê bi minasibeta salan nû
Hevwelatiyên xweştiviyên Kurdistanê

Bi minasibeta sala nû ya zayînî, em gerimtirîn pîrozbahiyan li we dikin û bibhêviya ku sala nû bibe sala zêdetir xweşî û tenahiyê ji bo welatê me.

Em pîrozbahiyê li pêşmergeyên mêrxas di nav çeperên şeref û fedakariyê û malbatên serbilindên şehîdên rêya xebata kurdayetiyê dikin û em careke din tekîd dikin ku rola kurên wan hertim li bîra meye û ew hertim sembolên azadî û aramiya Kurdistanê ne.

Sala 2015ê, ji sedema êrîşên berdewam yên terorîstên DAÎŞ bo ser herêma Kurdistanê û şehîdbûna çendîn kurên egîd û mêrxasên vî welatî, herwesa, ji sedema berdewambûna kirîza êkonomî ya ku ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve bi ser herêma me de hatiye feriz kirin û lihevtênegihiştina siyasiya navxweyîya herêma Kurdistanê û ew aloziyên bi pey xwe de anîn, ji bo gelê Kurdistanê, saleke pir derdesrî bû.

Lê di heman demê de sala tomarkirina çendîn serketinên mezin bû li bereyên cenga dijî terorîstan û, bi hîmet û fedakariya pêşmergeyê mêrxasê Kurdistanê, sala rizgarkirina beşek mezin ji axa dagîrkiriya Kurdistanê ji aliyê terorîstên DAÎŞ ve, bû.
Em hêvîdar in di sala 2016ê de bikaribin bi ser hemû pirsgirêk û kirîzan de zal bibin û ev sal bibe sala serketina bi timamî bi ser teror û terorîstan de û xilasbûna pirsgirêk û kirîzên herêma Kurdistanê.

Bi vê minasibetê, em we yên ezîz agadar dikin ku hikûmeta herêma Kurdistanê li ser xabatên xwe yên cidî yên ji bona çareserkirina hemû pirsan berdewam dibe û em we dilrehet dikin ku mafê tu kesî nafewite.

Em, ji bo piştevanîkirina pêşmerge û alîkarîkirina gelê Kurdistanê di şerê dijî terorîstên DAÎŞê, vegerandina tenahiyê ji bo herêma Kurdistanê, serketin bi ser terorîstan û azadkirina beşek mezin ji wê axa jêr destê terorîstan de bû, sipasiya welatên dost û hevpeyman dikin.

Em sipasiya gelê xweragirê Kurdistanê dikin ku divê rewşê de liberxwe da û xweragirt. Em tekîd dikin, û em bê şikin, ka çawa gelê me rewşên dijwartir derbaskirine, dê vê rewşa heye jî derbas bike.

Serokatiya civata wezîran
31.12.2015
Hewlêr



Li van ji binere
Civata Wezîra
Top