• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî kirdarên terorîstiyên Qamişlo şermezar kir

Gulan Media January 1, 2016 Nûçe
Serok Barzanî kirdarên terorîstiyên Qamişlo şermezar kir
Êvariya roja pênçşem 31.12.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peyamek da kirdarên terorîstiyên bajarê Qamişlo şermezar kir û serxweşiyê jî li kesukarê qurbaniyên wan kirdaran kir ku evê li xwarê jî naveroka peyama Serok Barzanî ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Gelek bi mixabinî carekî din xuşk û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê bûne qurbanê destê tawanbarê terorîstan û êvariya roja çarşem 30.12.2015 li bajarê Qamişlo, li encama çend kirdareke terorîstî da hejmarek hemwelatiyên bê tawanê vê bajarê şehîd û birîndar bûn. Ji bilî wê yekê ku gelek bi tundî van kirdarên tirsinokaneya terorîstan şermezar dikim, serxweşiyê li gelê Kurdistanê li Rojava û kesukarên şehîdên van kirdaran dikim û hevbeşê xema wanim û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwazim. Xuşk û birayên me yên li bajarê Qamişlo û Rojavayê Kurdistanê ji wê yekê piştrast dikîn ku li hemû rewşek da palpiştiya wan dikin û niha jî Herêma Kurdistanê û sazî û dezgehên wê yên peywendîdar amadene ji bo pêşwazîkirin û yarmetîdan û hevkarîkirina birîndaran û lêqewimiyên kirdarên terorîstiyên bajarê Qamişlo.

Terorîst û dijminên mirovayetiyê divê baş bizanin encamdana kirdarên tirsnokaneyên bi vî awayî îradeya gelê me ya xweragirî û rûbirûbûn û şikestdana terorîstan bihêztir dike û divê terorîst baca hemû tawanên xwe bidin û çarenûsa wan û şikest û ji navçûne.



Top