• Friday, 20 February 2026
logo

Hejmara qurbaniyên teqînên Qamişlo gehişte 52 kesan

Gulan Media December 31, 2015 Nûçe
Hejmara qurbaniyên teqînên Qamişlo gehişte 52 kesan

Şevê din saet 12 çend teqînên xwekujî bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hejandin û di encam de 17 kesan cane xwe ji dest dan û 35 kes jî birîndar bûn.

Du xwekujan şevê di saet 12 xwe li nav xwaringeha Gabriel û ya Miamî (navenda bajêr) teqandin, teqîna sêyem jî li nêzîkê parka giştî bû, hinek çavkanî jî behsa teqîneke din dikin.

Hejmara herî dawî ya kuştî û birîndarên wan teqînan li gor peyamnêrê K24ê heta niha 17 şehîd 35 kesên din birîndar in û birîndar li heft nexweşxaneyên bajêr tên derman kirin.

DAIŞê jî bi rêya malperekê berpirsiyariya xwe li ser teqînan ragihand. Berî niha jî li Qamişloyê hinek teqîn çêbûbûn û di encam de bi dehan welatî bûbûn qurbanî.

K24
Top