Di tîma 15 kesî ya muzakereyê de 2 kurd!
Dijbereya Sûriyê bo encamdana xûleke din a danûstandinên bi Hikûmeta Sûriyê re 15 kes wek nûnerên xwe bo proseya muzakereyan diyar kir.
Li gor agahiyên Rûdawê, di tîma Dijbereya Sûriyê ya bo danûstandinê tenê 2 kurd hene.
Biryar e roja 25ê meha bihê bi serpireştiya Nûnerê Netewên Yekbûyî li Sûriyê Staffan de Mistura civînek di navbera Dijbereya Sûriyê û hikûmeta wî welatî de birêve biçe.
Li ser daxwaza Staffan de Mistura û bo diyarkirina tîma danûstandina Dijbereyê bo pêkanîna gotûbêjan ligel Hikûmeta Serokê Sûriyê Beşar Esed, komên Dijbereya Sûriyê li ser wê yekê lihev kirin, ku şandeke 15 kesî di tîma danûstandinê de bin.
Niha Dijbereya Sûriyê mijûlî diyarkirina navê endamên wê tîma muzakereyê ye ku biryar e di demek nêzîk de ligel şand a Hikûmeta Sûriyê dest bi xûleke din a muzakereyê bikin.
Biryar e di meha Çile ya 2016ê de civîneke din di navbera komên Dijbereyê û Hikûmeta Sûriyê li bajarê Cenev a Swîsê birêve biçe.
Heyama 5 salan e ku şerekî navxweyî yê dijwar li Sûriyê ye û di encama wî şerî de zêdetirî 300 hezar kes hatine kuştin û bi milyonan kes ji wî welatî koçber bûne û welat jî wêran bûye.
Rudaw
