’Eger binemala Barzanî dewletê ragihîne ezê bibim nobedarê ber deriyê wan'
Endamekê rêveberiya YNKê Hemdî Hacî Xalî diyar kir ku; ‘’YNK yî divê di nawa mala xwe de rêkbikevin , berewajî wê yêkê dê bi xwere kareset vê bîne.Pirsgirêkên di nava YNKê de heyî di hemû ragehandina de rojeve. Baskê leşkerî yan baskê Berhem Salih û Kosret Resûl zextek çêkirine ji bo ku YNK ji bûyerên dîrokî dûrnekewe. Bi taybetî li ser pirsa serxwebûna Kurdistan. Ji ber ku ev baske ve dizanê ku baskê din ê YNKê meyla wan ya xwe nêzîkî Bexda yê kirin heye. Ev yêk li dijî xwastek û bendewariyên gelê Herêma Kurdistanê ye. Herwaha naha di pêşengiya PDKê de referendum ket rojevê û YNK ji pêwîste vê yêkê wek pirosesa xwe bizanê û xwedî lê derbikeve.’’
Hamdî Hacî Xalî ji BasNewsê re axift û got: ‘’Ez di dema boride wek malbat li sînorê îdara PDKê de bûm. Şer derket me qurban dan û zirarekî mezin geheşte me. Lê herçend waha be jî eger mala Barzanî bikaribin dewlet bo Kurd awabiken, ezê bibim nobedarê ber deriyê wan. Ji bo min Kurd û dewleta Kurd pir giringe. Birayê min ji bo Kurd şehîd ket. Kê ji bo Kurd cîhanek awabike, ez dibim biçûkê wî.’’
Di dawiya axaftina xwe de Hemdî Hacî Xalî diyar kir: ‘’Em li YNKê de ne û li nawa YNKê de jî dimînin. Di dest Hêro Xan de nîne ku em dinawa YNKê de bimînin yan me bikin der. Tenê li gel yêk rêkewtin di dest Hêro Xan de ye. Li sala 1976 ê we em xwîn dirjînin bo YNKê. YNK a me ye. YNK a tekoşerêne û kê bikare YNKê de wekhevî awabike YNK a vî ye.’’
