• Friday, 20 February 2026
logo

Çend Wezaretên Hikûmeta Herêma Kurdistanê tên daxistin

Gulan Media December 30, 2015 Nûçe
Çend Wezaretên Hikûmeta Herêma Kurdistanê tên daxistin
Qonaxa dûyemîn a awasaziyê Nêçîrvan Barzanî vê aşkere bike.

Awasaziya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, qonaxeke din destpê dike û rêxistinkirina sîstema bac û karên şirîke û kompanyayan û herwaha daxistin û betal kirina çend wezaretên Hikûmetê vê bê kirin. Li gor ew agahiyên ji çawkaniyên taybet ketine dest BasNewsê, pirosesa awasaziya Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, tenê kêmkirina mûçeyên parlamenter û erkdarên asta jorîn de na, di heman demê de gelek gavên di jî piştre bêne awêtin.

Herwaha hat zanîn ku qonaxa dûyemîn ya pirosesa awasaziyê rêxistinkirina karên taybet, şirîke û kompanyayan dikevin naw sîstema bac de.

Li gor çawkaniyên taybet ku Basnews bi dest xistine qonaxa sêyemîn a pirosesa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê heta betal kirin û daxistina çend wezaretan diçe. Li gor heman çawkaniyê di civîna Encûmena Wezîrên Kurdistanê de li ser wan babetane hatiye gotûbêj kirin û hatiye destnîşan kirin ku; wezaretek nikaribe erkê xwe bi cih bîne, yan karên xwe de serkeftî nebe û zêde xercî û karên ne li rê we bê bibîranîn yêkser biryara daxistina ev wezaretê tê girtin û ev wezarete tê betal kirin. Di civîna Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê de jî li ser wê xalê biryar û rizamendî hatiye girtin.

Basnews
Top