Li başûrê Kerkûkê çend firokeyan çek bo DAIŞê avêtin
Çend firokeyên ku nasnameya wan nehate diyar kirin, çek û pêdawîstiyên leşkerî bi parîşotan bo çekdarên DAIŞê avêtin xwarê.
Li gorî çavkaniyên nûçeyan li navçeya Riyaz a başûrê Kerkûkê, çend firokeyên nenas çek û pêdawîstiyên lêşkerî bo çekdarên DAIŞê avêtin xwarê.
Çavkaniyekê ji FarsNews dibêje: “Ti aliyekî nasnameya van firokeyan diyar nekiriye.”
Ji destpêka şerê li dijî DAIŞê, çend bûyerên ji vî rengî li başûrê Kerkûkê rûdane, bêyî ku ti aliyekî fermî daxuyaniyekê derbarê van bûyeran de belav bike.
Li gorî pisporên karûbarên Iraqê, bi hebûna sîstemên radar û çavdêriya ezmanî li Iraqê, nûçeyên bi vî rengî bi tenê wateyekê didin diyar kirin, ku serweriya ezmanê Iraqê neparastiye.
Cihê pirsê ye ku heta niha hikûmeta Iraqê ti daxuyaniyek derbarê van bûyeran belav nekiriye.
Basnews
