Amedî li dijî qedexe û kuştinê daketin kolanan
Li bajarê Amedê, xwepêşandana li dijî qedexeya li ser Sûrê û hinek deverên din ên Bakurê Kurdistanê dest pê kir.
Peyamnêrê Rûdawê li Amedê Maşallah Dekak da zanîn, xwepêşander dixwazin derbasî nav Sûrê bibin lê ji aliyê hêzên polîs ve tên astengkirin.
Xwepêşanderan li dijî siyaseta hikûmeta Tirkiyê li ser Kurdistanê silogan gotin û xwestin, şer û kuştina sivîlan demildest were sekinandin.
Li navçeya Sûra Amedê û hinek bajar û deverên din ên Bakurê Kurdistanê, demek dirêj e qedexeya derketina hatiye ragihandin, şer û pevçûnek dijber di navbera hêzên Tirk û şervanên YDG-Hê de didome.
Heta niha bi dehan kes hatine kuştin, bi sedan kes birîndar bûne, bi hezaran kes jî koçber bûne.
Rudaw
