• Friday, 20 February 2026
logo

Rojnmeyên Tirkiyê- Biryara dîrokî, Kurdistana Xweser

Gulan Media December 28, 2015 Nûçe
Rojnmeyên Tirkiyê- Biryara dîrokî, Kurdistana Xweser
Rojeva ragihandinê, bi giranî li ser encamnameya danezana kombûna Kongreya Civakên Demokratîk e ya ku dawiya hefteyê li Diyarbekir pêk hat. Hikûmet hemberî vê yekê biryar wergirt ku yasaya şaredariyên mezin biguherine. Bi bîrxistina komkujiya Robaskê ya berî 4 salan û encamên wê dozê ji ser manşetên hin rojnameyan tê ragihandin di salvegera wê ya îro de. Germahiya şerê li Bakurê Kurdistanê wek yek ji mijarên sereke ya van demên dawî hê jî li ser manşetan e.

SABAH

Neştera yasayî dê li rêveberiya xweser bikeve
Piştî ku şaredariyên HDPê derbarê xweseriyê de zêde pê de çûn, hikûmet biryar da ku yasaya bajarên mezin bi berfirefî biguherîne. Li gor vê yasaya nû dê hin rayedariyên şaredariyan ji wan bên wergirtin, rêveberiya taybet ya bajaran dê ji nû ve bê sazkirin û hêzên arvemêriyê dê li xwe serê xwe bin.
Di dema operasyonan de şaredariyên di destê HDPê de harîkariya hêzên ewlehiyê nekirin. Rêxistina terorîst hemû alavên şaredariyan bimkar anîn ji bo xendekan bikolin, hêzên arvemêr agirê ku PKKê bi der û dor dixist nedivemirandin, li cihên operasyon lê pêk dihat şaredarî av bi ser de qut dikir. Ev hemû bûn sedem ku yasa bê guhertin.

HURRIYET

Danezana bi xendekan
Di danezana Kongreya Civaka Demokratîk de ligel 14 bendan daxwaza rêveberiya xweser derket. Di danezanê de tê xwestin ku çend bajarên sereke bibin yek û di nav çarçoveya destûra nû de bên bi rêvebirin û li Meclisê nûnertiya wan hebe, li gor egerên mînaka rêveberiya xweser. Asayişa van herêman tê xwestin ku ji alî hêzên herêmî ve pêk bê û perwerdahî jî bi destê rêveberiya xweser ve birêve here. Di danezanê de herwiha hat gotin ku ew in xwediyê vê berxwedana ku li ciyên xweserî lê daxwaz bûye û berxwadana li van ciyên ku dewlet bi top tanqan ketiyê de, piştgiriya wê dê bê kirin.
Nûser Taha Akyol, ev danezan li ser Tirkiye ji gefa Rojava pê ve ne tiştekî din e. Ev danezana KCDê ji deklerasyona kombûna KCKê ya 2005an weke xwe hatiye wergirtin ku helan tiştî li Sûrî li ser Rojava jî pêk anîn.
Nûser Mehmet Yilmaz, gotinên Demîrtaş ên li ser piştgiriya "berxwedanê" û daxwaza rêveberiya xweser bi tevahî bê mesûliyetî ye û şaş e.
- Erdogan, em mecbûr in û emê ji bakûrê Iraqê venekişin.
- Beyan Samî Ebdurrehnan, Nûnera Rêveberiya Hikûmeta Herêma Kurdistan li Washington, Amerîka Iraqeke yekpare divê. Min nedît li Washingtonê kes bêje, belê em amade ne ji serxwebûna Kurdistanê.

CUMHURIYET

Nexşerêya ji 14 bendan.
KCD ji bo rêveberiya xweser pêk bê amaje bi gorankariya destûrî kir û got ji bo çareseriya pirsa Kurd ev model e ya ku bi kêr bê. Herwiha hat xwestin ku şertên li ber Rêveberiya Herêmî ya Konseya Awrûpa jî bên hilanîn.
- Li Cizîrê cendekê zarûka 3 mehî Mîray ku hat kuştin nikare bê veşartin, ji ber ku li morgên nexweşxaneyê cî nemaye li malê di nav sarincê de ye.

GUNDEM

Biryara dîrokî, Kurdistana Xweser.
KCD bi 14 bendan danezana xweseriyê ava kir: 1- avakirina herêmên xweser li gor rengên kulturî û erdnîgarî û aborî.
2- rêveberiyeke li gor destûreke nû ya Tirkiye ku li ser hîmên demokratîk pêk bê.
3- li herêmên xweser wesayeta navendî nemîne.
4- li herêmên xweser hemû teşkîlatên jinan yên ciwanan yên kêmîneyên olî dê di meclîsên xweseriyê de xwedî raye bin di dema wergirtina biryaran de.
5- Jin dê di nav hemû qadên rêveberiyên xweser de cîgir bin û biryardêr bin.
6- Ciwan dê di biryarên rêveberiyê de xwedî deng bin û ji bo xwe bi rêxistinê serbest bin.
7- Perwerdahî bi rayedariya rêveberiya xweser pêk bê, Kurdî jï weke Tirkî zimanê resmî be8- saziyên îbadetê serbixwe bin.
9- Budce û baca herêmî divê di destê rêveberiya xweser de be. Dewlet ji baca ku ji herêmê kom dike para rêveberiya xweser divê lê vegerîne.
10- Sîstema dadwerî û darizandinê divê li gor pediviyên rêveberiya xweser ji nû ve bên sazkirin.
11- Sîstema rêvebirina ax û av û enerjiyê divê di destê rêveberiya xweser de be, ji dahatê para rêveberiyê jê hebe. Ji hilberînê rêveberî para xwe hilîne.
12- Hemû sîstema çûnûhatinê ya bejê û hewayê di bin kontrol û rêvebirina rêveberiya xweser de be.
13- Asayişa herêmê ji alî hêzên herêmî ya rêvebriya xweser ve pêk bê .
14- hemû xizmetguzariyên tenduristî bi rêveberiya xweserî pêk bên.
-Her rojek bûye Roboskiyek. Îro li gelek deveran dê Roboskê bi bîr bê ku 4 sal bi serketin û hikûmet devê dozê girêda, li şûna berpirsan peyda bike, doz li malbatên mexdûran vekir.

ZAMAN
"Kanîkên çavên me ziwa bûn ji girî"
Mallbatên zarên wan li Roboskê hatin kuştin, piştî 4 salan ji bê dengiya dadweriyê,ji êşa mirinê û kula dilê xwe dikin girî û gazin. Ji 12 heta bi 18 salî 34 welatî li ser sînorê Iraqê di 28ê meha 12 an di 2011 an de bi bombarana balafirra Tirk hatibun kıltin. Bi ser agahiyeke şaş ya îstıxbarî de.

YENİ ŞAFAK
Ev banga şer e.
Ji 14ê mehê ve ye êrîşên sîbernetîk pêk tên li ser Tirkiye. Pêşî bi ser tevahiya sîstema tora înterneta Tirkiye ve dû re jî 24ê mehê bi ser sîstema fînansî ve êrîş pêk hat. 4 bankên mezin nekarîn kar bikin. Pispor êrişên bi qasî 8 GBps yî têra xwe xeter e lê ya bi ser Tirkiye ve gihîşt 40 Gbpsyî ango ev banga şerr e bi vî awayî. Hemü guman ji bo êrîşeke bi rendî, Rûsya nîşan didin.
-Erdogan , DAIŞ, YPG, PKK hemû hespên Troya ne bi destê hêzên navneteweyî li Sûrî.

BIRGUN

AKAP modela Srîlanka dixwaze.
Endamparlamanê CHPê Riza Turmen, hikûmet weke modêla li Srîlanka dixwaze kêşeya Kurd bi kuştinê xelas bike. Weke salên 90 î dê di rojên pêş de bi sedan doz bên şandin ji bo Dadgeha Mafên Mirovan ya Awrûpa. Bêy ku bêjin zarûk, jin, pîr û kal bi dehan kesên sivïl bi awayekî hov û har tên kuştin. Dewlet divê di şer de sivîlan biparêze û nehêle hêzên ewlehiyê hêza xwe bê pîvan bi kar bîne. Divê bilez projeyeke pêkvejiyanê were pê. Mesele ne meseleya xendekan e êdî jê buhurî ye. Bajar bi tûmerî vala dibin. Bilez divê rêçareyên demokratîk peyda bibin. Ne mafê tu kesî ye pirseke evqasî giran bike bi qurbana kêşeyên xwe yên şexsî.

Rudaw
Top