• Friday, 20 February 2026
logo

RUMADÎ hat girtin

Gulan Media December 28, 2015 Nûçe
RUMADÎ hat girtin
Hêzên Iraqê karîn nava bajarê Rumadî yê parêzgeha Enbarê ji destê DAIŞê derxînin û niha bêjêr bi temamî di destê Artêşa Iraqê de ye.

Fermandarekî pilebilind ji Artêşa Iraqê ji bajarê Rumadî ji Rûdawê re ragihand: “Şevê din hêzên me karîn êrişî navenda bajêr bikin û avahiyên hikûmî yên bajêr bi temamî kontrol bikin.”

Wî fermandarî wiha got: “Hêzên me karîn bajêrê Rumadî ji aliyê başûrê û rojava ve kontrol bikin. Çekdarên DAIŞê piştî ku gelek ziyan dîtin, ji Rumadî reviyan.”

Heman çavkanî wiha domand: “Hêzên Iraqê niha bombeyên ku DAIŞê danîne, ji ser riya û pir û xaniyan radikin û wan pûç dikin.”

DAIŞ meha Gulanê di êrişeke berfireh de destê xwe danî ser wî bajêrî ku xelkê wî sunî ne. Lê piştî operasyoneke çend mehî ji aliyê hêzên Iraqê û milîsên şîeyan, bi alîkariya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî şevê din ew bajêr ji destê DAIŞê hat derxistin.

Rudaw
Top