• Friday, 20 February 2026
logo

Soderberg: Barzanî bo serxwebûnê ligel Amerîka dişêwire

Gulan Media December 28, 2015 Nûçe
Soderberg: Barzanî bo serxwebûnê ligel Amerîka dişêwire


Dîplomatkara Amerîkî Nancy Soderberg dibêje Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞ’ê de hevpeymanek bi hêz ê Amerîkayê ye û pêwîste bê pirçek kirin.

Dîplomatkara Amerîkî Nancy Soderberg ku pispora pêwendiyên derve ye û di serdema Clinton de li welatên cûda weke berpirs kar kiriye, di hevpeyvînekê de ligel govara Dulan dibêje ku wê şerê DAIŞ’ê hê gelek bajo û Hêzên Pêşmerge jî selimandiye ku di vî şerî de hevpeymanê herî bi hêz ê Amerîkayê ye.

Soderber dibêje, ‘’Pêşmerge li dijî terorê serkeftinek mezin tomarkiriye, jiber vê yekê jî Amerîka bi biryare ku zêdetir piştgiriyê bide.’’

Nancy Soderberg derbarê serxwebûna Kurdistanê de jî amaje bi hewlên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dike û dibêje ku Barzanî bernameya xwe ya serxwebûnê ragihandiye, kar bo wergirtina piştgiriya navdewletî dike. Dîplomatkara Amerîkî dibêje, ‘’Ez bawerim bo vê armancî jî Barzanî ligel berpirsên mezin ên Amerîkayê jî ji nêzîk ve dişêwire.’’

Basnews
Top