Barzanî û partiyên Başûr xwe ji guhertinên navçeyê re amade dikin
Bo nirxandina pirsên navxwe û navçeyê, Barzanî dixwaze di destpêka sala 2016 ligel aliyên siyasî bicibe, da ku hem saleke nû ji pêwendiyan dest pê bike û hem jî aloziyên navxwe pirsgirêkan nexin pêşiya guhertinên navçeyê.
Endamê Polîtburoya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Sead Xalid ji Rûdawê re ragihand: “Serokê Herêma Kurdistanê însiyatîvek di destê wî de ye û dê piştî Sersalê di civînekê de pêşkêşî aliyên siyasî bike.”
Piraniya berpirsên Başûrê Kurdistanê behsa derfeteke zêrîn ku ji kurdan re hatiye bo bidestanîna mafên neteweyî, dikin. Lê nakokî û jihevdûrketina aliyên siyasî, dibe ku xirabtirîn sedem be ku kurd wê derfetê jidest bidin.
Emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr ji Rûdawê re ragihand: “Bawernakim kes wê civînê bi kekê Barzanî re red bike, lê pêwîst e di serî de Barzanî rê ji lidarxistin wê civînê re veke.”
Elî Bapîr wiha got: “Rewşa niha ya navçeyê ber bi paşerojeke nediyar ve diçe, lewma pêwîst e em giringiyê bidin vê rewşê, ji ber ku tişta ku niha ji destê me tê, piştre ji destê me nayê.”
Herwiha Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ednan Muftî ji Rûdawê re ragihand: “Bo çareserkirina pirsgirêkan, civîneke berfireh bo berpirsên siyasî di vê rewşê de pêwîst e.”
Derbarê daxwaza Barzanî bo amadekariyên pêkanaîna referandûma serxwebûnê di sala bê de, Muftî wiha got: “Beriya ku ew daxwaza Barzanî biçe Parlamentoya Kurdistanê, pêwîst e aliyên siyasî bicivin û nakokiyên xwe çareser bikin.”
Berdevkê Tevgera Gorranê Şoreş Hacî derbarê wê civînê ji Rûdawê re ragihand: “Dema ku civîn hat diyarkirin û em hatin vexwandin, wê demê emê biryara xwe bidin ku em beşdar bibin yan na.”
Rudaw
