Cibûrî: Pêşmerge xwedî rolekî bi nirxe
Serokê perlementoya Iraqê Selîm Cibûrî rola hêza Pêşmerge bo parastina welatiyan bilind nirxand.
Serokê perlementoya Iraqê Selîm Cibûrî rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di peydakirina aramî û asayişa welatiyan blind nirxand û got ev erkê hemû aliyan e ku kar li ser peydakirina hewcedarên rojane yên welatiyan bikin heya vegerin cihên xwe.
Cibûrî got jî, pêngava duyemîn jî, ji bo wan ew e ku avakirina bajarê Gulale ye.
Daxuyanya Selîm Cibûrî li dema vegera 150 malbatên penaber ên navçeya Gulale ji bo ser cihên xwe ve hat.
