• Friday, 20 February 2026
logo

Tevgereke nû ya leşkerî li Bakûrê Kurdistanê hat damezrandin

Gulan Media December 27, 2015 Nûçe
Tevgereke nû ya leşkerî li Bakûrê Kurdistanê hat damezrandin

Li Bakûrê Kurdistanê rêxistineke bi navê “Yekîneyên Parastina Sivîlan” damezrandina xwe ragihand û şaxa pêşîn li Nisêbînê hat avakirin.

Tevgera çekdar vîdyoyên avakirina xwe li ser înternetê belav kir û navê xwe jî wekî “Yekîneyên Parastina Sivîlan” a Botanê ragihand.

Herwaha Ji aliyekî din ve hinek rûpelên li ser medyaya civakî jî ragihandin ku piştî Botanê li Nisêbînê jî hêzekê tevgera xwe ava kiriye.

Ji bilî daxuyaniya ragihandinê derbarê rêveberî, rêzikname û hiyerarşiya vê rêxistinê de heta niha tu agehî nehate bidestxistin.
Top