• Friday, 20 February 2026
logo

Sala 2015 de Hewlêr bû nawenda dîplomasiyê

Gulan Media December 27, 2015 Nûçe
Sala 2015 de Hewlêr bû nawenda dîplomasiyê

Paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêr,bi DAİŞê re tekoşînê de wek nawendekî herî giring derkete pêş û di sala 2015 de bû malavanê trafîka dîplomasiyê.

Di serî de Elmanya û gelek welatên Ewrûpayê, Amerîka, Rûsya, Kanada, Japonya, Tirkiye û Welatên Kendavê gelek wezîr, nûnerê wezîran, lijneyên parlamenteran, fermandarên leşkerî û di asta balyozê welatande diplomat û nûner bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û rayedarên din ên hikûmetêre hevdîtin pêk anin.

Li gora agahiyên Ofîsa Serokwezareta Herêma Kurdistanê di sala 2015 de herî zêde ziyareta Wezîrên Karê Derve û Wezîrên Ewlekariyê ji bo Kurdistanê hatiye kirin.

Lijneyên mêvan ku hatine Kurdistanê, li gel rayedarên Herêma Kurdistanê hewdîtinê pêk anîne de herî zêde; Tekoşîna li dijî DAİŞê, rewşa koçberên ku hatine Kurdistanê, pirsgirêkên di nawa Bexda û Herêma Kurdistanê, qeyrana aborî û alîkariya hêzên hewpeyman hatiye gotûbêj kirin.

Rudaw
Top