• Friday, 20 February 2026
logo

Kurdan riya Reqa – Cerablus li ser DAIŞê qut kir

Gulan Media December 27, 2015 Nûçe
Kurdan riya Reqa – Cerablus li ser DAIŞê qut kir
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li başûrê Kobanî duhî bendava Tişrînê ji destê çekdarên DAIŞê derxistin. Bi vî awayî riya Reqa – Cerablus li ser DAIŞê hat qutkirin.

Ev çend roj in operasyonên HSDê, ku YPGê serperiştiya wê dike û balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî ji asman alîkariya wan dike, li başûrê Kobanî li dijî DAIŞê didome û duhî karîn bendava Tişrînê ji destê çekdarên DAIŞê derxînin.

Şervanên HSDê di serî de dora bendava Tişrînê girtibûn, duhî danê sibê bendev ji destê çekdarên DAIŞê derxistin. Riya ku ji Reqa diçe Cerablus di ser wê bendavê re derbas dibe û bi kontrolkirina bendavê pira pêwendiyên DAIŞê bi vê riyê, qut bûn.

Bendava Tişrînê 110 km li başûrê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê li ser çemê Ferat hatiye çêkirin. 100 gund li derdora gund in, ku piraniya wan kurd in.

Rudaw
Top