Artêşa Îraqê dakete nawenda bajarê Ramadiyê
Artêşa Îraqê daket cîhê ku bînayên hikûmetê yên herêma Havz a nawenda bajarê Ramadiyê. Hat zanîn hebûna mîm û xefikên teqandinê pêşdeçûna hêzên Îraqê asteng dike.
Hêzên Artêşa Îraqê li bajarê Ramadiyê operasyonên xwe yên li dijî DAİŞê berdewam dike.
Serokê Meclîsa Komîsyona Ewlekariyê ya navçeya Xalidiyê Îbrahîm El Fehdavî diyar kir; ‘’Hêzên Ewlekariya Lezgîn karîne bikevin herêma havz ku li nawenda bajarê Ramadiyê ye û herwaha hêzên Artêşê jî beşdariya operasyonê dikin.’’
El Fevdavî got: ‘’hêzên hewpeyman jî di vê operasyonê de bi êrîşên esmanî we piştîwaniyek giring didin û li ser DAİŞê êrîşên xwe yên esmanî jî zêde kirine.’’
Basnews
