Bexda daxwaza petrolê ji Kurdistanê dike
Berdevkê Ofîsa Serokwezîrê Iraqê, Sead Hedîsî di daxuyaniyekê de ragihand: “Pêwîst e Hikûmeta Kurdistanê pêbendî wê rêkeftina petrolê ya di navbera me de bibe.”
Par, Hewlêr û Bexda lihev kirin ku Herêma Kurdistanê rojane 550 hezar bermîl petrol ji Bexdayê re hinarde bike û bide şîrketa Somo ya Iraqê. Li hember de jî, Bexda % 17 ji budceya Iraqê bide Hewlêrê. Lê Hikûmeta Kurdistanê ragihand ku, wan çend mehan petrol dida Somo, lê Bexda pere ji wan re nedişand, lewma ew neçar man ku dest bi hinardekirina petrolê ji xwe re bikin.
Sead Hedîsî di daxuyaniya xwe de ragihand: “Hikûmeta Iraqê amade ye % 17 ji budceyê Iraqê ji Hewlêrê re bişîne, lê divê li hember de Herêma Kurdistanê jî petrolê bide şîrketa Somo. Berevajî Bexda nikare ti pereyan ji Kurdistanê re bişîne.”
Roja 16ê vê mehê, di Parlamentoya Iraqê de, % 17 ji budceya Iraqê, wek pişka Herêma Kurdistanê hat pesendkirin. Lewma ji bo cihbicihkirina wê rêkeftinê, niha divê Herêma Kurdistanê dest bi dana 550 hezar bermîl petrol bo Hewlêrê bike.
Li gorî yasaya budceya Iraqê, eger Herêma Kurdistanê zêdetirî 550 hezar bermîl hinarede bike, dê pereyên wê petrolê ji Hikûmeta Iraqê re be, ne ji Kurdistanê re.
Rudaw
