• Friday, 20 February 2026
logo

Serokê Misrê ligel keça kurd a êzîdî civiya

Gulan Media December 26, 2015 Nûçe
Serokê Misrê ligel keça kurd a êzîdî civiya
Serokê Misrê Ebdulfetah El-Sîsî kiryarên DAIŞê bi navê îsalmê şermezar kir û got îslam ji wan karan bêrî ye.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Misrê, Ebdulfetah El-Sîsî pêşwazî li keça kurd a êzîdî Nadiya Murad a ku ji destê DAIŞê rizgar bûye, kir.

El-Sîsî di wê hevdîtinê de ragihand: “Em kar û kiryarên DAIŞê yên bi navê îslamê bi tundî şermezar dikin. Îslam ji wan karên terorîstî yên DAIŞê pêrî ye.”

Serokê Misrê ji Nadiya Murad re wiha got: “Îslam li mafê hemû ol û pêkhateyan mukir hatiye, herwiha giringiyê dide rehim û lêborînê.”

Li gorî heman daxuyaniyê, wê keça kurd bi navê êzîdiyan spasiya El-Sîsî kir ku ev hevdîtin lidar xist. Herwiha rola Misrê di nava welatên îslamî de li dijî terorê û hizra tundrew, bilind nirxand.

Nadiya Murad ji Ebdulfetah El-Sîsî re behsa êrişên “hovane” yên DAIŞê li dijî kurdên êzîdî li Şingalê kir û wiha domand: “Terorîst bi hêceta îslamê êriş dikin me, lê em ji kevin de ligel mislimanan bi aramî dijiyan.”

Murad daxwaz kir ku ligel zanayên Zanîngeha Ezherê bicive da ku jê re wan tawanên DAIŞê bi navê ola îslamê zelal bikin. Herwiha da zanîn ku, “Pêwîst e welatên îslamî wê hovîtiya DAIŞê şermezar bikin û kêmîneyan ji wan kiryarên nemirovî biparêzin.”

Nadiya Murad di êrişa DAIŞê de li ser Şingalê de ketibû destê DAIŞê de û piştî 3 mehan ji jiyaneke pir dijwar ji destê DAIŞê rizgar bibû û beriya demekê li pêşiya Encumena Ewlehiyê behsa karesata ku hatibû serê wê û keçên din ên êzîdî kiribû.

Rudaw
Top