Cizîr: Zaroka 3 mehî û bapîrê wê can ji dest dan
Li Cizîra Şirnexê, zarokek 3 mehî û papîrê wê bi guelyan canê xwe ji dest dan, dayika zarokê hî li nexweşxaneyê birîndar e.
Peyamnêrê K24 diyar kir ku, Miray Înce duh bi şev li taxa Sûr a Cizîra Bakurê Kurdistanê bi guleya nîşangiran canê xwe ji dest da.
Ev bû 12 roj ku qedexeye çûn û hatinê li Cizîrê berdewam e, her ku diçe jî rewş aloztir û jiyan dijwartir dibe.
Peyamnêrê me da zanîn ku, piştî Miray birîndar bû, bapîrê wê Remezan Înce û dayika zaroka 3 mehî xwestin ku wê bigehînin nexşwexaneyê, ew jî bi guleya nîşangiran birîndar bûn û zarokê canê ji dest da.
Piştre jî, Remezan Înce li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da û dayika Miray li heman nexweşxaneyê tê dermankirin.
Rudaw
