• Friday, 20 February 2026
logo

DAIŞ: Amerîka cesareta şerî nake / Kurdan dişîne

Gulan Media December 26, 2015 Nûçe
DAIŞ: Amerîka cesareta şerî nake / Kurdan dişîne
Xelifeyê” rêxistina DAIŞê Ebubekir El Bexdadî got, Amerîka û hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê nawêren şerî bikin ji ber wê yekê hêzên kurdî dişînin şerê me.

Tomareke dengî ya Ebubekir El Bexdadî hat belavkirin û Bexdadî tê de hewl dide bi ayetên Quranê moralê bide çekdarên rêxistinê.

Bedaxdî wiha dibêje: “Amerîka û hevalbendên wê nawêren şerî bikin, ji ber wê yekê kurdan dişînin şerê me.”

Bexdadî anî ziman tiştek dê ji DAIŞê neyê û got, Amerîka, Rûsya û hêzên hevpeymaniya navdewletî têk çûne û wiha domand:

“Ew nikarin dakevin ser axê. Tenê wekîlên aliyê mucahîdan ditirsin şerê komên biçuk dikin, Li Iraq û Efxanistanê dersek baş ji bo Amerîkayê hat dayîn. Ev dê di şerê Dabiq û Gûtayê de jî têk biçin.

Herwiha Bexdadî gef li Îsraîlê jî xwar û wiha got: “Filistîn dê bibe gora îsraîliyan.”

Rudaw
Top