• Friday, 20 February 2026
logo

Naveroka civîna Barzanî û Erdogan

Gulan Media December 26, 2015 Nûçe
Naveroka civîna Barzanî û Erdogan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Serokomatê Tirkiyê tekez li ser berdewamiya pêwendiyên bihêz ên her du aliyan kirin.

Piştî civîna ligel Serokwezîrê Tirkiyê, Ahmed Davutoglu, Nêçîrvan Barzanî û Erdogan li koşka Mabeynê ya Yildizê li Stenbolê civiyan.

Li gor malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de behsa pêwendiyên navbera Hewlêr û Enqerê hatin kirin. Erdogan jî tekez kiriye ku, Herêma Kurdistanê xwedan pêgeheke girîng e li cem Tirkiyê.

Herwiha Erdogan tekez li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de kir.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî tekez li bihêzkirina pêwendiyên ligel Tirkiyê kir, herwiha li ser alîkariyên leşkerî û mirovî bo Hewlêrê spasiya wî welatî kir.

Herwiha her du aliyan tekez li ser berdewamiya hevdîtin û danûstandinan di navbera Enqere û Hewlêrê de kir.

K24
Top